Diğer Satıcılar(1)
“Pirr berê, ji wextê keştiyên ba’yê ve gava masîvanan li behr’ên bakûr masîvaniyê kirine xwestine masiyên girr zindî bigîhînin sûkê. Ji bo vê jî ji textan hewzên mezin çêkirine û masiyan ji xistine nava hewzê û birine sukê. Lê bele arîşeyek derketiye. Ji ber masi di wan hewza de bê tevger dimînîn heya wan digînin sûkê masî nermixî dibin û ji zindîbûna wan tişkî namîne. Masîvanan ji bo pêşiya veya bigrin masîpisîkan davêjin nava hewzê. Di rê de masîpisîk pişt, qemçik û serên masiyên dine gez dikin. Masiyên mezin ji bêgavî heya sûkê direvin û tevdidin xwe. Bi vî ewayî sax û zindî digîhîjin sûkê.”
Îja helbestvan bi helbesta xwe civakê gez dike û wê di diqdiqîne ji bo sax û şiyar pêşve here. Ramazan kavak, di pirtûka xwe ya duyem de jî hem wek pisîkmasî me gez dike û hem Ji hêmayan newayan çêdike û kêliyên jiyanê di kerrika guhên me de vedibêje;
di berkurka demên xitimî de, lîlanên pelişî
di paxila tirsê de hawarên xeriqî
rojimêrên bêhiş,
seatên bedbin,
hûrdemên perçiqî
çend demsal,
û sedsal bihûrîn
dîsa,
axx dîsa,
ji çirkeyan jan û jar diherikî…
Neden idefix?
Siparişinizi teslim aldığınız tarihten itibaren 14 gün içinde iade edebilir, iade sürecinin tamamlanmasının ardındansa ödemenizi hızla geri alabilirsiniz.
Kullanıcı dostu ara yüzümüz tüm ihtiyaçlarınıza eksiksiz yanıt verebilmek için tasarlandı. Deneyiminizi uçtan uca kusursuz kılmak adına çağrı merkezimiz ve canlı destek hattımızla ihtiyaç duyduğunuz her anda yanınızdayız!
Siparişlerinizin bir an önce ulaşması için sabırsızlandığınızın farkındayız. Sunduğumuz farklı teslimat seçenekleri arasından size en uygununu belirlemeniz, siparişinizi olabildiğince çabuk veya dilediğiniz zaman aralığında sorunsuz bir biçimde teslim etmemiz için yeterli.